Kurdish Online Group
Online:

Аскаре Боик

Ûsivê Beko -100 (1909- 1969)


 Ûsivê Beko -100     (1909- 1969)
Ûsivê Beko sala 1909 a li gundê Qûçê navça Îdirê, herema Surmeliyê hatiye diniyayê. Malbeta wan Şêxê Şemsa bûn: dîndarên Kurdên êzdî.

Zarotîke pirr dijwer para wî ketiye. Wan salan dest bi herba cihanî ya yekemîn dibe. Halê mala wan di warê aborî da xirab dibe. Mecbûr destguhestî bajarê Îdirê dibin.

Li wur zûtirekê, dê -bavê wî dimirin. Ûsivê biçûk sêwî dimîne. Neh-dehsaliya xweda di mala zengînekî ermenî da xulamtiyê dike.

Hukumdariya dewleta rûs herêmê da betal dibe. Qewatên Tirkan bi hemû hêz û xezeba xwe dikevne herêmê. Çekdarên ermenî nikarin pêşyê wê tofana reş bigrin. Ew yêr dibe gola xûnê. Ermenî û êzdî, bi mecbûr direvin Êrmenistana îroyîn. Sala 1918 a ew malbeta ermenî jî, ku Ûsivê biçûk lê xulamtî dikir direvine bajarê Yêrêvanê. Wî jî xwera tînin. Helbestvan derheqa wê dema jîyana xwe da dinivîse: „Min li ber çavê xwe dît rev, kuştin, xelayî, qira meriya, birçîbûn û belengaziya wana".

Li Yêrêvanê jî diçe mekteba ermenî. „Salêd mala xezêînda diçûme mektebê, alîkîva xeysetê xweva bi temamî hatime guhestinê, aliyê dinva jî qet rehetbûna min tunebû, çimku hin xebata malê sutûyê min da bû, hin jî gerekê min dersê xwe hazirkirana...ji pey razana neferê malê ra, kîlerêda, yanê sivderêda, hetanî nîvê şevê bin ronaya çira niftêye çûk min duxwend... Bona wê yekê jî neferê malê gelekî ser min hêrs dibûn, çira vedişartin, nedihîştin şevê bişxulînim, lê min dîsa ya xwe dikir. Min çiqas kitêb dixwendin, ewqasî jî jê hiz dikir..."

Xwendina xweye navîn liYêrêvanê tam dike, ji peyra, berê fakûltêta pala da dixûne, paşê, sala 1929 a bi pêşnyarnivîsa Komîsaryata ronkayê ya komara Ermenistanê wî dişinine bajarê Lênîngradê, ku zanîngeha zimanên rojhilatê da bixwîne. Sala 1932 a ji Lênîngradê vedigere û vê carê bi pşinyara Kommerkezya PK Ermenistanê, xazma bi gotina Sêkrêtarê wê yê ewlin, dostê gelê Kurd Axasî Xanciyan nehya Aparanê da wek dadwer tê kivşkirin.

Wê demê bajarê Lênînakanê (niha Gumurî), li nav leşkerên soviyêtê da taxbûra kurda ya miletiyê hebû. Salên 1933-1935 wê taxbûrê da leşkeryê dike.

Ji pey leşkeryêra, sala 1935 a, vê carê nehya Telînê da dîsa wek dadwer derbazî ser kar dibe.

Dadwarê zîrekî gênc demeke kin da li Ermenîstanê, di warê extyarzanyê û mafparêziyiê da navekî hêja qazanc dike. Tê bijartin endemê kolêgya dadweriya bilind ya komarê.

Sala 1941 ê Almanya Hîtlêriyê davêje ser waletê Sovêtê. Ûsivê Beko bi rezadilî diçe şêrr. Rîya wî ya şêrr ji Îranê diçe digihîje Macaristanê. Ji bo mêranî û efatyê, ofîsêrê ordiya sovêtêyî derecebilind, dadwarê leşkeriyê Ûsivê Beko bi ordênên „Beyraqa Sor ", „Şerê Wetanîêyî dereca duda „ û gelek nîşan- mêdalên welatê sovêtêva tê rewakirinê.

Şala 1944 a, dema dewiya şêr nêzîk dibû, leşkerê Sor bi serketin Ewropa dabû ber xwe pêşda diçû, şerrê nêzîkî bajarê Bûdapêştê, li Macarstanê cara duda şervanê kurd bi giranî birîndar dibe, êdî nikare vegere pêşeniyê. Linga de seqet vedigere Yêrêvanê.

Fakûltêta extiyarîzanebûnê ya Ûnîvêrsîtêta Yêrêvanê xilaz dike û dîsa di karê xweyî berî şêrr: organên rêspûblîkaê dadwariyê, hiqûq- mafxweyîkirnê yên bilind da dixebite.

4 ê meha cotmehê, sala 1969 a, şêrst salya emrê xwe da Usivê Beko diçe ser heqya xwe.


***

Usivê Beko di nava edebyeta kurdên soveta berê da navekî naskirî û eyane. Efrandinên wî yên ewlin em berevokên efrandinên nivîskarêd kurdên sovêtê çara û pênca da, ku salên 1948 û 1955 a li Yêrêvanê hatine weşandin, divînin. Paşê rojnema RIYA TEZE da bi gotar û helbestan pêşda tê, kitêbên dersa da nivîsarên wî têne weşendin.

Berevoka wî ya ewlin, destana wî bû bi navê „Bilûr". Ew efrandin, sala 1958 a bi zimanê ermenî hatiye weşendin (werger: Vahagin Karêns). Sala 1961 ê berevoka efrandinên wî bi zimanê de „Keskesor" hatiye çapkirin. Ji pey ra „Hisreta min" (1963), „Mêvanê poyê" (1966), „Efrandinêd teze" (1969), „Payîz" (1971) hatine weşendin.

Ûsivê Beko dereng hate nava edebiyetê. Ew êdî çil salî bû dema helbestên wîye ewlin berevoka nivîskarên kurmanca da hatêne weşendin. Bi sala ra goveka helbestvanî û dinêzanebûna wî fire û kûr dibe, rêya xwe ya xwexatiyê, efrandariyê divîne û di nav cêrga nivîskarên kurde emrê xwe da ne ku tenê berbiçev dikeve, lê rêza pêşin da cîyê xwe digre. Ji efrandinên wî tê xanê ku wî zargotina gelêrî, ziman, edebyeta ermeniya û ya gelên welatê sovêtê rind zanibûye, di nav jîyana êleke giran da, nava gundîtyê, koçerî, nîvkoçerî, çîya û zozan, berx û berodana da zarotî-gênctiya xwe derbas kiriye, mezin bûye. Kîderê her şivanek, her berxvanek bilûrvan aşiq û dengbêj e.

Ji pey şêrr ra, dema ji linga seqet vedigere, merem û mirazên nîvcî mayî, hîvyên şikestî, dilê wîyî tije sitiran hişiyar dikin ku dest bavêje pênûsê.

Derheqa rêya Ûsivê Beko ya efrandariyê de gelekî rast û bî cî texmîn kiriye helbestvan Şikoyê Hesen. Di pêşgotina berevoka Ûsivê Beko ya bi navê „Payîz" da dinivîse: „Her berevokeke şayîr e tezera meydan û hidûdê dîtina şayîr diha têne firekirin û mezinkirinê. Ew tu cara ji prozaîzmê natirse, çimkî qewat û kemala şiêrêd wî nava fikira wandanin. Ew derbazî şiêra aza-vêrlîbirê dibe û ew yeka rind wîra li hev hatîye. Serecema teze forma siêraye tezera li hev hatîye qalibxistinê".

Çevkanya nivîsarên helbestvan zargotina meye zengîn e. Wek kanîke çîyê: li ser wê bingehê zelal, avşîrîn û dengxweş dixulxule.

Dilê minda çiqas kilam hene,

Ew tev jî miqamê bilûrêne...

Dema mirov rêya wî ya helbestvanyê mêze dike, rind tê xanê ku çiqas diçe hidûdên nivîsarên wî û zargotinê tevî hev dibin. Hin bi cûre û naverokê, him jî nexş ewaza va helbestên wî û kilamên gelêrî hevva têne hûnandin. Dilê wîyê evîndar ji çîya û zozana, bêrîvanêên sûretsor têr nabe.:Lîrîzma wî ya gelêrîye: sivik, bi dîdem, reng û dengên xezayêye nazik, di nav kulîlkên evîndariyê da xemilandîye:

:

. Sûretê te hîva zere,

Ramûsane hê wê sere,

Te çevreşê, heba tirî,

Şivanê xerîb hat tu birî,

Ax de lê, lo dilo, rebeno..

Hisret û hesîna çiya û zozana, xezayê di nava her xetekê nivîsarên wî da tê xanê:

 

Gava destê yekîda

Qalçîçeka dibînim,

Berxvantiya xwe bîr tînim.

Keser, kesereke kûr, şikestina eşqa jîyanê nava nivîsarêd wî da wek perdeke tenik tim xwe didne pêş, tê xanê, tê bêjî sêwîtiya wî, zarotiya dijwere bêreng û birînên şêrre zulm, ku bûne hevalên wîye jîyanê, tim bîra wî danin.

Ew bi êş derheqa şêrr, wê zulm û xezebê da dinivîse. Helbest û destanên xweye derheqa şêrr da dide kifşê ku şerr çi tîne serê evda: cî û war, gund û bajarê hedimî, zevî û daristaên şewitî, zarokên êtîm, bêstar û bêxweyî mayî, miraz û meremên teribî- a, eve dîdemê şêrr.

Ûsivê Beko him qir, bir, rev û beza salên 1918-1920 bi çevê xwe dîtibû û him ji di nav kereseta şerê salên 1941-1945 ra derbas bûbû û bi xedar birîndar bûbû. Wan bûyaran mora xweye keser û êşê xeysetê wî xistibûn, lê dilê wî, xeysetê wî hişk û sert nebûbû, berovajî hê rem, nazik û nerm bûbû.

Eger, payê nivîskarên kurd yên hevalên wîye din, welatê sovêtê ji xwera wetan û welet didîtin, Ûsvê beko hinek helbestên xwe da xwe li wî welatî da xerîb dibîne bi dilê şewat derheqa walatê xweyî perçekîrî, dagerkirî û gelê xweyî bindest da dinivîse.

Ew çîyayêd bilind, ku hun dibînin,

Derdê kurdane ser hev lod bûne,

Ber-beristanê usa pêl dane

Ew temam hêsirê çavê kurdane,

Ew gelyê usa kûr, ku dibînin,

Tev dewsa birînê lawê kurdane,

Nava qurnada zolkirî mane,

Rûyê ezmîn digrin mij û dûmane

Ew reşa şîn û giryê kurdane.

Helbestvan xweşbîne:

Gelo ezê hetanî wan rojan sax bimînim,

Azaya Kurdistanê ber çavê xwe bibînim?

Ûsivê Beko hostê helbesta vekirî ye. Di nav têkisteke biçûk da digihîje tîrbûn û tomeribûna fikirê, raman, hizir û hesîna wî bi dîdem, nexş nîgarê xezayê pêçayîne û wan ra dibine yek. Bê yekê ya din nîvcîye.

Wê demê helbesta vekirî, ku Usivê Beko dest avîtê û tê da bi serket, di nav edebiyeta kurdên sovêtê da nûbûnek bû him di warê serecemê, him jî alyê cûrê helbestvaniyê da. Û çiqas ez.haj edebyeta me, kurdên sovêtê heme, heta niha jî ew efrandinên wi di nav efrandinên wî cûreyî da yen here giranbiha ne.

Zimanê Ûsivê Beko sivik e, zelal, dewlemrnd e. Zimanê gel e.

Ew ji wek hemû nivîskarên wê demê ji pesindayîna jîyana sosyalîstyê, kolxoz û kolxozvanyê,

partîya Komûnîstyê, Lênînê mezin, weletê Sovêtê û têmayên usaye, wê demê mecbûr û modayîk der nema. Helbet ev efrandin jî ûsa cîyê bê nêt nehatine efrandin. Sebebê efrandina wane obiyêktîv jî heye. Qeydê sovêtê wê para kurda ra, ji weletê wan der, bi rastî, li rex miletên gewre cî vekir, ku ew jî di her warê jîyanê da wek wan xweyî maf bin. Di warê ewlekaryê, xebatê, xwendinê, pêşdaçûyînê, pêşdabieina çand û kûltûra xweye miletyê, li rex wan wak wan bin, biçûk neyên dîtin.

Poyêzya Ûsivê Beko, di nav nivîskarên kurdê sovêtê yên emrê wîda, hêjayî cîyê bilind û qîmetê mezine. Lê sed heyf, efrandinên vî helbestvanê xweyî keda giranbiha hê jî negihîştiye xwedevanê kurd. Derheqa wî da kêm tê bîranîn.

***

Sal pak nayê bîra min, lê rind zanim dewiya salên şêstî bû ( sedsala borî); meh adar bû yan nîsan. Roja altindaryê: 9ê Gulanê (roja herbê da serketina leskerên Sor yên weletê sovêtê himber naziyên Almaniyayê) nêzîk dibû. Çawa edet, li welêtê sovêtê, hersal ew eyd bi heytehol dihate kivşkirin. Kurdan jî, wek gelên wî welatî yên din, wan rojan tevbûyê xwe yên şêrr bîr tanîn. Berpirsiyarê rojnema RIYA TEZE Mîroyê Esed siparte min ku derheqa tevbûyê şêrr: Ûsivê Beko de, wek qehremanekî altindariyê gotarekê binivîsim.

Ûsivê Beko, wê demê nivîskarekî bi nav û deng, xudanê çend berevokên helbest û kurteçîrokan bû, navekî eyan di nav xwendevanên kurd yên Ermenistanê. Ew usan jî di warê hiqûq- mafparastin û dadwariya komara Ermenistanê da xebata bilind û cawdar dikir.

Ez xort bûm. Ji min re him hewas bû û him jî hurmet, ku wî mirovê eyan re bibime nas, serda jî derheqa wî gotarê binivîsim.

Nasîna min jî bi wî cwamêrî re nîbû.

Di şêrr da, ji dest birîna giran ji linga seqet mabû. Ji bo pak nikaribû bimeşiya pirr kêm beşdarlî çalakiyên me yên edebî-rewşenbîrî dibû, nav civakên kurdî da jî degme dihate xanê.

Keça wî: Êmma, me berê da hev nas dikir, wê demê li wêsenxana Ermenistanê ya dewletê da dixebitî, berpirsiyara weşenên pirtûkên bi zimanê kurdî bû.

Min derheqa sipartina rêvabirê RIYA TEZE Êmayê ra got.

Roja din Êmayê min ra têlêfon vekir:

- Min seva te bavora got. Bavo kêfxweş bû. Dixweze te bivîne. Ew rind jî derheqa we de zane. Derdikeve ew xalê te tê. Evarê were mala me. Bavo hîviya teye...

Gotina Êmayê ez kirme nava fikara. „Ez ku ew ku? Ewê ji ku min nas bike, serda jî xalê min be? Na, bavo! Hebe, tinebe min bi yekî din ra şaş dike? Eger tiştekî usa hebûya, di mala me da wê bihata axaftin, dê-bavê minê bes bikirana ".

Bi wan fikira, êvarê ez çûme mala wan.

Maleke kurdaye mêvanhiz li ber min vebû. Malxê malê li ber texte, jorê rûniştibû, lihêfeke tenik avîtibû li ser çokê xwe, ku lingê seqet neyên xanê. Kevanya malê sifra xwerinê hazir dikir.

Min êvarxêrî da wan. Wî bi beşereke xweş ez pêşinyaz kirim:

-Were bal xalê xwe. Ez bême rûyê te. Ewqas sale tu li Yêrêvanê dijîyî, nabêjî ez serîkî li xalê xwedim.

Min texmîn kir, ku ew nikare ji cî rabe, ez nêzîkî wî bûm.

Min dixwest bigota ez..., lê wî mecal neda:

-Nebyê Ûsiv Begêyî pismam, şerm neke bira, mala xalê teye...

„ Na, cwamêrî rast e"- fikirîm.

Ji pey xwerinê re derheqa dayka min pirsî, ku ez lawê kîjan keça Begim.

- Ez jî ji êla kalkê te me. Kalkê te: Ûsiv Beg, serokê êla me, ne wek axa-begê eşîraye zulm bû, ew evdekî rewşenbîr bû. Li nav Kurden êzdî da xwendiye ewlin ew bû. Ermenkî, ji ermenya çêtir diaxivî, rûsî, tirkî zanibû. Rewşenbîrên ermenya yên nav û derg ra hevaltî dikir. Teva qedirê wî digirtin, jê hiz dikirin. Him ermenya, him jî axa-begên eşîrên me kurdan qedrê wî zanibûn...Ji bo qedre wî bû, ku qerebalixa salên 1915-1920 de êla Hesiniya kêm ziyan kişand. Evdên êla Hesiniya, biçûk-mezina, teva jêra digotin Keko, yanê bavo. Malbeta me wek ya şêxa mala axê va girêdayî bûn. Birayê axretê bûn. Loma jî ez xalê teme.

Seva kalkê te, geleka min re bîranînên pirr xweş gilî kirine. Ez gelek tişt derheqa wî evdî de zanim. Min dixwest derheqa wî da kitêbek binivîsiya lê... (Min gotina wî fem kir. Wê demê derheqa axa-bega da nivîsar qedexe bû). Dibe pêşîrojê ez û xwerziyê xwe bi hevra wî karî bînine sêrî...

Wê êvarê, heta dereng min û neferê mala xwere derheqa mala kalkê min, êla Hesinya da, derheqa salên dijwer yên rev û bezê, sêwîtya xwe da gilî kir...

 

Min derheqa salê wîye şêrr da gotar nivîsî û rojnema RIYA TEZE de derket. Heyf ew hejmara rojnemê min nikaribû destxista, gotare de çi nivîsîye niha nayê bîra min.

Peyra min êdî ew nedît. Her cara min dixwest serîkî xalê xwe dim tiştek dikete navê...Û rojekê jî gotin Ûsivê Beko çûye rema Xwedê.

Ûsivê Beko wek şexsiyet bi şevbêrka wê êvarê bîra min da ma, li ber texte rûniştî, lihêf lingên seqet pêçayî...

Wê demê ez xort bûm, min gelek tişt nizanbû, sera-bera jîyanê, cihanê dinhêrî. Em bi îdêayên din perwerde bûbûn. Derheqa pir tişta de nedihate weşendin...

Kê texmîn dikir ku demê derbaz bin û emê bersîva gelek pirsa bigerin, lê ji kê me karibû bibihîsta êdî wê tunebin...

Tu kes heta-hetê nîne.

Çi ku tê nivîsar, tek ew dimîne.

 

Eskerê Boyîk

20.12.2009





Left      List      Right

Последние сообщения форума: